Çavuşoglu: Ji bo Operasyonek li dijî Qendîl û Şengalê xebat dikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu eşkere kir. Ew ji bo operasyoneka li dijî Şengal û Qendîlê xebat dikin û leşkerên wan di amadebaşiyê de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu eşkere kir. Ew ji bo operasyoneka li dijî Şengal û Qendîlê xebat dikin û leşkerên wan di amadebaşiyê de ne.

Çavuşoglu  pirsên Ajansa Anadoluyê bersivand û got: Serokerkaniya Tirkiyeyê û dezgeha hawalgirî MÎT ji bo operasyoneka li dijî Qendîl û Şengalê xebat dikin. PKK û YPG li kûderê be, ew dê şevekê ji nişka ve bi ser wan de bigrin.

Gotina “Em dikarin şevekê ji nişka ve bi ser PKKyê de bigrin” a Serokomarê me ji bo Efrînê bû û çêbû. Ev gotin ji bo Şengalê jî, ji bo Qendîlê jî derbas dibe. PKK û YPG li kûderê be ev gotin ji bo wê derê derbas dibe.  Di derbarê dem û çawaniya operasyonê de leşkerên me û dezgeha me ya hawalgirî xebatên xwe dikin. Ji xwe leşkerên me jî her tim di amadebaşiyê de ne.

 

 

C.B