Siûdiye: Divê Qeter buhaya hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê bide

Piştî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr dibêje, divê Qeter buhaya hebûna hêzên leşkerî yên Amerîkî li Sûriyê bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr dibêje, divê Qeter buhaya hebûna hêzên leşkerî yên Amerîkî li Sûriyê bide.

Serokê Amerîka duhî di konferansa rojnamevanî ya hevbeş bi Serokê Fransayê re gotibû: “Divê welatên Rojhilata Navîn yên dewlemend xerciyên Amerîka yên ji bo parastina wan dike bidin.”

Piştî wê daxuyaniya Trump, Adil Cubêr ji ajansa fermî yê Siûsiyê “WAS” re ragihand, divê Qeter buhaya hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê bide û divê hêzên xwe yên leşkerî jî bişîne Sûriyê, berî ku Serokê Amerîka dest ji parastina Qeterê berde û binkeya xwe ya leşkerî ji wî welatî vekişîne.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê got jî, heger Amerîka dest ji parastina Qeterê berde û binkeya xwe ya leşkerî ji Qeterê vekişîne, rêjîma Qeterê dê di mawa yek hefteyê de bikeve.

Herwiha Trump tekez kiribû jî, rêveberiya wî hewl dide leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn bi leşkerên wan welatên dewlemend biguhêre.

 

S. B