Erdogan li dijî Siûdiye hate deng

Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rexne li Cihnişînê Siûdiye Mihemed Bin Selam digire, ku gotibû, Îslameke mîyanrew bipêş dixin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rexne li Cihnişînê Siûdiye Mihemed Bin Selam digire, ku gotibû, Îslameke mîyanrew bipêş dixin.

Erdogan li ser hejmara xwe tûra civakî “Twitter” nivîsî: “Careke din ew gotin derbarê Îslama miyanrew derketiye, rojaveyîyî wê gotinê bikar tînin.”

Got jî: “Gotina Îslama miyanrew, rojaveyîyan dahêna ye. Îslam yek e û tiştek nîn e navê wê Îslama miyanrew yan ne miyanrew be. Ne ji mafê ti kesî ye ola me li gor dilê xwe bide nasîn”

Berî demekê, Cihnişînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman ragihandibû, Siûdiyê vedigerînin ser rêbaza Îslameke miyanrew.