Trump: Komek ji dizan Iraq birêve dibin

Trump: Amerîka di sala 2014an de milyarek û 700 milyon Dolar weke alîkariyeke mirovî da Iraqê, lê berpirsên Iraqî ew pere ji xwe re birin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî raporteke govara Newsweek ya Amerîkî, sala derbasbûyî dema ku şandeke Iraqî bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Amerîka Kiribû û li gel serokê wî welatî civiya bû, piştî civînê serokê Amerîka derbarê şanda Iraqî ji berpirsên dora xwe re gotibû: Ez li gel mezintirên şanda dizan civiya bûm.

Berpirsekî berê yê îdara Amerîkî ji govara navhatî re got: "Piştî ku civîna serokê Amerîka Donald Trump li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û şanda pêre bidawî hat, Trump ji kesên nêzîkî xwe re got: Demekê berî niha ez li gel girûpekê ji dizên gellekî jêhatî re civiya bûm".

Heman govarê diyar kir, ku berî niha "Amerîka di sala 2014an de milyarek û 700 milyon Dolar weke alîkariyeke mirovî da Iraqê, lê berpirsên Iraqî ew pere ji xwe re birin".

Belavkirina van zanyariyan ji aliyê medya Amerîkî ve di demekê de ye, ku biryar e hefteya dahatî konfiransê jinûavakirina Iraqê li Kiwêt bê lidarxistin û çavlirê ye civaka navdewletî alîkariyên diravî û mirovî radestî Iraqê bike.