Mislim: Bakurê Sûriyê ji Rojava ferehtir e

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand, bakurê Sûriyê ji Rojavayê Kurdistanê fereh tir e, herêmên Ereban di nava wê de hene. Rojava ti carî nabe mala ti kesî û ti carî jî winda nabe. Projeya me netewî ye, azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi azadiya hemû gelan re pêk tê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand, bakurê Sûriyê ji Rojavayê Kurdistanê fereh tir e, herêmên Ereban di nava wê de hene. Rojava ti carî nabe mala ti kesî û ti carî jî winda nabe. Projeya me netewî ye, azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi azadiya hemû gelan re pêk tê.

Hevserokê PYDê Salih Mislim ji Brûkselê ve tevlî nûçeyên K24ê bû û ragihand, alîkariya Amerîka bo YPGê biryareke siyasî bû û ji Koşka Spî ya Amerîka derketiye, lê naveroka wê jî leşkerî ye. Ev jî piştî danûstandina zêdetir ji 3 salan û baweriya Amerîka bi YPGê li dijî DAIŞê hatiye.

Derbarê pirsa, ma ew çekên Amerîkî dê li dijî Tirkiyê bê bikaranîn de, Mislim got, HSD û YPG hêzên parastinê yên rewa ne. Herwiha ji 6 salan ve ti carî êrîşî Tirkiyê nekirine û parastina cîrantiya bi Tirkiyê re dikin.

Li ser pirsa ku pêwendiyên PYDê bi rêjîma Sûriyê, Rûsya, Amerîka re hene, ma çawa PYDê dikare hevsengiyê di navbera van hemû aliyan de bigire, Mislim got, heta niha ti pêwendiya me bi rêjîma Sûriyê re tune ne, ji ber ku em beşek in ji şoreşa Sûriyê ne. Pêwendiyên me yên din bi aliyên navdewletî re jî nîşana serxewebûna me ye û bo berjewendiya gelê xwe pêwendiyan dikin.

Derbarê birina xortên Kurd bo navçeyên din wek Minbic û Reqayê û piştre radestkirina wan navçeyan de Mislim got, jiyana gelan a hevbeş, Sûriyeyeke demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne tenê ji bo Kurd e, lê belê ji bo hemû pêkhateyên herêmê bi tevahî ne. Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re şer dikin. Minbic û Reqayê nabin Rojavayê Kurdistanê. Armanca me netewa demokratîk e. Di netewa demokratîk de cihê her kesî heye.

Derbarê guhartina navê federalîzmê ji “Rojava” bo Bakurê Sûriyê de Mislim got, bakurê Sûiyê ji Rojavayê Kurdistanê fereh tir e, herêmên Ereban di nava wê de hene. Rojava ti carî nabe mala ti kesî û ti carî jî winda nabe. Projeya me netewî ye, azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi azadiya hemû gelan re pêk tê.

Mislim got, li Rojava zagonên birêkxistina partiyan wek yên welatên Ewropayê hene, her partiyek bixwaze karê xwe bike, derî vekirî ye bo wan, lê hin alî hene dixwazin wek Îdrîs Bedlîsî gelê Kurd bifiroşin û ti carî bo berjewendiyên Kurd kar nekirine.

Herwiha Mislim derbarê girtina siyasî û girtina nivîsgehên partiyên ENKSê de got, Li Rojava sîstemek hatiye damezrandin, zagot, asayiş û dadgeh hene, aliyê rêzê li wê rêveberiyê bigire, dibe perçeyek jê. Di baweriya min de ti kesek ji ber nêrînên xwe yên siyasî nayê girtin. Heger kesek ji ber nêrînên xwe yên siyasî hatine girtin, em amade ne wan berdin.

Herwiha Mislim amaje bi wê kir, ku hin endamên PYDê yên li dijî zagonan kar kirine, ew jî di zîndanê de hene, wek Ciwanên Şorerşker yên li dijî radyoya “NRT” çalakî kirine, her kesek 2 sal zîndan bo wan derketiye.

Herwiha Mislim got, ji berî 4 mehan ve û li gor zagonan 22 partiyan muhtel bo karê siyasî wergirtin, tenê ENKS û partiyên di nava wê de muhletê wernagirin û pabendî zagonan nebûn, piştre bi biryara dadgehê hemû baregehên ENKSê hatin girtin.

Li ser çarenivîsa peymanên Hewlêr1, Hewlêr2 û Dihokê yên di navbera ENKS û TEV-DEMê de, Mislim got, Em jî di nava wan rêketinan de hebûn, lê aliyê din pabendî rêkeftinan nebûn, ji ber ku ew li gor ecindeyên ji Tirkiyê tev digerin. Ji ber wê ew rêkeftin neçûn serî. Ji ber ku aliyê din nexwst ku sîstemek li Rojava bê avakirin.

Li ser daxuyaniyên Beşar Esd yên derbarê Kurd yekperçeyîya Sûriyê diparêzin û federalîzmê naxwazin de, Moslim got, careke din Sûriyê wek berê venagere. Pêkhatiyên Sûriyê hemû hişyar bûne û bi hev re şer dikin û hemû pêkhatî jî karin di Sûriyayeke federalî de bi hev re bijîn.

Li ser pêwendiyên di navbera PYD û PKKê de û piştevaniya Amerîka ji Tirkiyê re li dijî Tirkiyê û dahatûya PYDê ligel Tirkiyê de, Mislim got, Tirkiyê dijminê her çar perçeyên Kurdistanê ye. Pirsgirêkên Tirkiyê bi PKKê re hene, ew jî tiştên navxweyî ne, loma pêwîstî tune ye ku Tirkiyê pirsgirêkên xwe bîne Rojava Kurdistanê. Her kesek daxwaza mafekî domkratîk bike, Tirkiyê wê ser bi PKKê ve dêjmêre. Niha dema Amerîka alîkariya YPG û PYDê dike, ew ji piştî ezmîneke 3 salan tê, heger baweriya Amerîka bi YPG û PYDê tune ba, Amerîka îro pêwendî nedikir.

Herwiha Mislim got, em rêxistinên Rojava ne û projeyên me ji bo Rojava ne û dixwazin siyasta xwe bo Rojava bikin, em naxwazin ti pirsgirêkên perçeyên din yên Kurdistanê di hundir Sûriyê de bêne çareserkirin.

Derbarê pêwendiyên ligel Amerîka de Mislim got, heta niha em nehatine vexwandin bo çûna Amerîka. Herwiha heta niha ti pêwendiyên me yên siyasî û fermî çê nebûne. Amerîka gava alîkariyê dike, ne ji bo me dike, ji bo berjewendiyên xwe tev digere.