Berdevkê YNKê: Kerkûk ji aliyê Kurd ve tê birêvebirin

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre piştî çend rojan bêdengî, îro li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de derbarê rewşa nû ya Kerkûkê de ragihand, “Kak Mesûd û Kak Kusret ne agahdarî plana fermandarên meydanî yên YNK û hikûmeta Iraqê ya vekişandina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre piştî çend rojan bêdengî, îro li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de derbarê rewşa nû ya Kerkûkê de ragihand, “Kak Mesûd û Kak Kusret ne agahdarî plana fermandarên meydanî yên YNK û hikûmeta Iraqê ya vekişandina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn.” amaje bi wê jî da, îdareya Kerkûkê di karên xwe de berdewam dibe.

Seidî Pîre ku zêdetir li ser rewşa li Kerkûkê bûye axivî, di demekê de ku roja 18 vê mehê her yek ji Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û Berpirsên Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di du daxuyaniyên cuda de, radestkirina Kerkûkê bi xiyanet binav kirin.

Seidî Pîre, ku yek ji endamên Encûmena Bilind a Referandûmê bû, berî referandûmê yek ji endamê şanda Herêma Kurdistanê bo guftûgokirina ligel aliyên Iraqî bû, lê di vê konferansa rojnamevanî de, li dijî referandûmê axivî û bi aşkere diyar bû ku ser bi baskê Hêro Îbrahîm Ehmed û malbata Talebanî be ye.

Peyvdarê YNKê ragihand, li gor rêkeftina di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê, Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê wek berê dimîne û ji aliyê Kurd ve tê birêvebirin.

Derbarê hebûna hêzên Iraqî li sînorê Kerkûkê jî, Seidî Pîre got: “Hezar û 500 Pêşmerge, li hemberê jî hezar leşkerên Iraqî li sînorê wî bajarî bicih dibin.”