YNK û Komel pirsa referandûma û parlementoyê gotûbêj dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê bo gotûbêjkirin pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê û aktîvkirina parlementoyê dicivin.
Peyamnêrê K24ê re Silêmaniyê ragihand, di civînê de guftûgo derbarê komek pirs tê kirin wek referandûm, aktîvkirina parlemento û hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê.
Got jî: “Her di wê civînê de YNKê ronîkirinekê derbarê serdana şanda wê partiyê û civîna wê ya ligel berpirsên Îranê dide.”
Berê YNKê ragihandibû, derbarê aktîvkirina parlementoyê û encamdana referandûmê de ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicive.