Ebadî: Fadil Berwarî roleke giring di şerê dijî DAIŞê de lîst

Serokwezîrê karbirêvebir ê Iraq Heyder Ebadî, ji bo koça dawî ya lîwa Fadil Berwarî, peyameke şîniyê belav kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.  

Serokwezîrê karbirêvebir ê Iraq Heyder Ebadî, ji bo koça dawî ya lîwa Fadil Berwarî, peyameke şîniyê belav kir.

Şevê din li bajarê Hewlêrê, lîwa Fadil Berwarî fermandeyê operasyonên taybet, bi nexweşiya celta dil koça dawî kir.

Piştî ku termê wî ji bo Dihokê hat veguhestin, wê îro di merasîmeke taybet de, bê veşartin.

 

Bi vê helkeftê, serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî, di peyamekê de ragihand ku lîwa Fadil Berwarî, bi roleke giring di şerê dijî DAIŞê de rabû.

Ebadî diyar kir, ku Fadil Berwarî di sala 1966an de li bajarê Dihokê jidayik bibû û li herdu parêzgehên Enbar û Nînewa, bi roleke giring di şikandina çekdarên DAIŞê de rabû.

Fadil Berwarî yek ji damezrênerên Dezgeha Operasyonên Taybet a Iraqê bû, ku piştre ew dezgeh bû bingeha damezirandina Dezgeha Nehiştina Terorê.

N.O