Serok Barzanî: PDKê ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz diçe ser sindogan

Serok Barzanî bi gotarekê dest bi bangeşeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û ragihand, PDK ji dema damezrandinê û ji dema Şoreşa Îlona mezin ve, amrazek ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd û parastina destkeftan bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi gotarekê dest bi bangeşeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û ragihand, PDK ji dema damezrandinê û ji dema Şoreşa Îlona mezin ve, amrazek ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd û parastina destkeftan bû.

Serok Barzanî di gotara xwe de got: “Îro salvegera Şoreşa Îlonê ya bi rêbertiya Cenabê Barzaniyê nemir ji bo azadî û serfirazî gelê me ye. Ew destkeftên ku îro hene, dirêjahiya armanc û bihayên Şoreşa Îlonê ne, ku şoreşeke siyasî, çekdarî û fikrî bû. Şoreşek bû ku dîrokeke nû dirust kir û hêvî xiste dilê netewekê û rojekê jî karekî li dijî yasa û nemerdiyê nekir. Silav ji bo şehîdên Şoreşa Îlonê. Silav bo Pêşmergeyên qehreman. Ev berhemên hene bi xwîna şehîdan û xweragiriya gelê me hatine.”

Serok Barzanî got, Partiya Demokrata Kurdistanê di hemû qonaxên xebata gelê Kurd de, ji dema damezrandinê û ji dema Şoreşa Îlona mezin ve, amrazek ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd û parastina destkeftan bû.

Di beşeke din a gotara xwe de got: “Gelê me bi baweriya bi binemayên demokrasiyê ber bi hilbijartineke girîng û çarnivîsî diçe. Niha PDKê ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz bi piştevaniya xwedêyê mezin û bi piştevaniya cemawerê têkoşer ê Kurdistanê û bi hîmeta endam û alîgirên PDKê û bi hêviyeke mezin bi karîna gencan û Pêşmergeyên qehreman û xwîna şehîdan dest bi bangeşeya hilbijartinan dikin.”

Diyar kir jî, di Gulana bûrî de hilbijartin bo perlemantoya federalî li Bexdayê birêve çû. Çemawerê Kurdistanê û bi taybet endam û alîgirên PDK hîmeteke mezin kirin û hîmeta wan nehîştin xewna nehezan bicih bibe û dawî li PDKê were. Nehezên PDKê nizanin ku PDK dibe partiyeke hejmar yek li ser astê Iraqê.

Di beşeke din de Serok Barzanî daxwaz ji endam û alîgirên PDKê kir, sivikiyê bi kesî nekin. Bersiva sivîkiya kesî nedin û rêz li yasa bigirin û aramiyê biparêzin û xelkê bêzar nekin.

Serok Barzanî amaje bi wê jî kir,“Bînin bîra xelkê ku eger PDK neba, dê plana nehiştina Herêma Kurdistanê ser bigirta û îro kesên din dê li Hewlêrê hikûm bikirana. Herwiha dê hemû Kurdistan di bin dagirkeriyê de baya. Lê bi xwîna kur û birayên we û bi xîreta PDKê plan hate têkbirin. Piştrast bin ku ji vir û pê ve jî dê planên wiha sernekevin û têk biçin.”

Serok Barzanî got jî, Heger PDKê serkeftinê bidest bîne, divê serkeftineke mezin be, bo hikûmeteke bihêz dirust bike, bikare çaksaziyeke bingehîn bike û guhartinê di hemû waran de bike.

 

S. B