Kunsulê Firensa: Ne tenê çiya dostên Kurdan e, Firensa jî dosta Kurda ye

Dominique Mas: Girtina firîngehên Herêma Kurdistanê, ne tenê kêşe ji xelkê Kurdistanê re çêkiriye, lê ji bo biyaniyan jî çêkiriye û divê bên vekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Kunsulê giştî yê Firensa li Herêma Kurdistanê Dominique Mas di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ne tenê çiya dostên Kurdan e, ji ber ku Firensa jî dosta kurda ye û daxwaz dike di zûtirîn dem de, kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi diyalogê bên çarekirin.

Dominique Mas got: "Girtina firîngehên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, ne tenê kêşe ji xelkê Kurdistanê re çêkiriye, lê ji bo xelkên biyanî jî pirsgirêk çêkiriye û daxwaz kir ku firîngehên Herêma Kurdistanê bên vekirin."