Tirkiyê Til Rifet topbaran kir û kesek bû qurbanî

Arteşa Tirkiyê bingehên YPGê yên li Tel Rifatê topbaran kir û derbiderekî Efrînî canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê bingehên YPGê yên li Tel Rifatê topbaran kir û derbiderekî Efrînî canê xwe jidest da.

Jêderekî ji herêma Şehbayê ji K24ê re da zanîn, Arteşa Tirkiyê ji îro danê sibê demjimêr 7an ve dest bi topbarankirina Til Rifatê kirine û to li nava bajêr ketine.

Diyar kir jî, arteşa Tirkiyê topan ji bajarokê Ezazê û herêma Efrînê diavêje û heta niha 20 top li Tel Rifatê ketine û derbiderekî Kurd ê Efrînî di encamê de canê xwe jidest dan.

Li ser vê êrîşê hikûmeta Tirkiyê heta niha ti daxuyanî nedaye.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, zêdetir ji 250 hezar Efrînî derbiderî bajarokê Til Rifat û bakurê Helebê bûne.

 

S. B