Amerîka welatiyên xwe yên li Iraqê hişyar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîka welatiyên Amerîkayê hişyar dike, ku ji ber teror û milmilaneya çekdarî neçin Iraqê û hişyariyê jî derbarê derbaskirina sînorê Kurdistanê bi Sûriyê re dide.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka de hat: “Welatiyên Amerîka yên li Iraqê ji ber kiryarên tundûtûjî û revandinê ne di metirsiyeke mezin de ne.”
Dibêje jî: “Hejmarek mezin ji grûpên teroristî û yaxîbûyî li Iraqê çalak in û êrîşî ser hêzên ewlehiyê û welatiyan dikin.”
Di daxuyaniyê de hat jî: “Mîlîşyayên li dijî Amerîka û kompanyayên welatên rojava gefê li welatiyên Amerîka yên li Iraqê ne dixwin û êrîşê bi riya bombeyên çandî hîna egera wan li navçeyên Iraqê û Bexdayê jî gelek e.”
Di beşeke din de Wezareta Derve ya Amerîka behsa derbasbûna di sînorê Iraq û Sûriyê re dike û hişyariyeke tund dide welatiyên xwe ku di sînor re derbas nebin, ku tevî çendî metirsiyên wek revandin, kuştin û dîlgirtin hene, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her kesekî bi riyên ne asayî sînor derbas bike, 10 salan dixe zîndanê.
S. B