Nêçîrvan Barzanî bersiva gefên duh yên Ebadî dide

K24 – Navenda Nûçeyan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, gelê Kurd dixwaze di riya proseyke demokrasî raya xwe bibêje û biryarê li çarenivîsa xwe bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, gelê Kurd dixwaze di riya proseyke demokrasî raya xwe bibêje û biryarê li çarenivîsa xwe bide.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, li ser binemaya encama referandûmê, guftûgoyê ligel Bexdayê bikin û ji hemû aliyan re radigihînin, gelê Kurdistanê dixwaze berve serxwebûnê biçe.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, pêwendiyên baş ligel Tirkiyê hene, Tirkiye hevkariya Kurdistanê kiriye û di hemû deman de. Tekez kir jî, ev prose ji encama bêbaweriya Herêma Kurdistanê bi Bexdayê biryara wê hate dayîn, roj bi roj mafên Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê hatin binpêkirin.

Helwesta Tirkiyê

Hêvî xwast, Tirkiye têbigihe wan sedemên ku ji ber wê gelê Kurdistanê biryara referandûmê da û di dahatûyê de jî bi guftûgo tevahiya pirsgirêkan çareser dikin.

Bersiva Ebadî

Li ser gefên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Nêçîrvan Barzanî ragihand, gefên duh yên Ebadî, biryarên rêjîmên berê yên Iraqê û “Encûmena serkirdayetiya şoreşê yê Iraqê yê berê” anî ber çavan.

Tekez kir jî, ti tiştekî me yê veşartî nîn e, her tişt ron û zelal e. Firokxaneyên me ji bo pêşwaziya li koçberan me bikar anî, ku hikûmeta Iraqê deriyên xwe li pêş wan girtin.

Tekezî li ser wê kie, bi ti awayekî bîr li tundûtûjiyê nakin û hemû riyan ji bo guftûgoyê digirin ber.

Çarenivîsa girêbestên petrolê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zelal kir, dewleta dahatî ya Kurdistanê, wê mafê hemû pêkhatên netewî û olî têde parastî be, derbarê çarenivîsa girêbestên petrolê tekez kir, ku ew girêbest dê wek xwe bimînin û ti guhertin di wan de çênabe.

Hevdem diyar kir ku heya niha, ti xaleke sînorî bi Herêma Kurdistanê re nehatiye girtin û got: “Berî niha jî me bizav kirin piroseya referendumê ji Tirkiyê re zelal bikin, lê heya niha ew derfet nehatiye ku em ji nêzîk ve behsa wê pirsê li gel berpirsên Tirkiyê bikin.”

Umerî Seyd Elî

Umerê Seyd Elî, têkoşerek û xebatkarek e, ku hemû jiyana xwe ji bo pirsa Kurd terxan kiribû, ne tiştekî xerîb bû ku ew beşdarî dengdanê bibin û biryara wan çaverêkirî bû, ew pirose ne ya hizb û aliyên siyasî ye û ne ya netewa Kurd e jî, ji ber ku ew pirose pêwendî bi hemû gelên Kurdistanê heye.

Parastina hemû pêkhateyan

Derbarê erkê Pêşmerge, Nêçîrvan Barzanî zelal kir, dema ku hêzên Pêşmerge bajarê Kerkûkê parastin, ne tenê Kurd li wî bajarî parastin, ji ber ku Turkman û Ereb û tevahiya pêkhateyên Netewî parastin û ewê li ser wî erkê xwe ji berdewam bin.

Herweha diyar kir, pirsa sînor û çend pirsên din jî, bi gotûbêjan yek alî dibin.

Peyama Serok

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, eşkere kir, biryar e sibe Serokê Herêma Kurdistanê, peyamekê belav bike û têde xwestek û îradeya Kurdistan di pêşerojê de, ji bo gotûbêjan zelal bike û peyama Herêma Kurdistanê radigehîne.

Destûr

Nêçîrvan Barzanî ragihand, her madeyek destûrî di berjewendiya hikûmeta Iraqê de bi bicî dikin, lê madeyên behsa mafê Kurdistanê dikin bicî nakin, û got: “Pêşmerge ji beşek ji destûra Iraqê ye, çima çek û budceyê ji Heşda Şeibî re terxan dikin û ti]tekî nadin Pêşmerge, her ku Herêma Kurdistanê gavekê pêşde bavêje, dibêjin nedestûrî ye, heger kesek dixwaze bipirse ji bo çi gelê Kurdistan referandumê encam dide, baştir e vê pirsê ji Bexdayê bikin, wan Herêma Kurdistan neçar kir, berê xwe bidin vê riya dîmukratî.

Bexda çawa mûçe daye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, balkişand ser wê yekê ku, Ebadî gotiye li Bexda mûçeyê fermanberan hatiye dayin, lê Herêma Kurdistanê nekariye mûçe bide, Ebadî rast dibêje, lê bila ew jî zelal bike çawa ew mûçe daye, wan 80 milyar dolar di banka navendî de hebû, ji bilî wê yekê banka navdewletî jî alîkariya wan kir, û hikûmeta Iraqê neçar nekirin bi çi awayî serederiyê li gel wan alîkariyan bike.

Mişext

Serokwezîr ragihand, Kurdistan welatê wan e, divê bi awayekî mirovane serederî li gel wan bê kirin, ti cih li Iraqê ji wan re nebû, û bi neçarî berê xwe dan Herêma Kurdistan, divê gelê Kurdistan jî bi rêzeke mezin serederiyê li gel wan bike.

Mafê pêkhateyan

Nêçîrvan Barzanî zelal kir, duh ew li gel nûnerên hemû pêkhateyên olî û netewî civyan û tevahiya daxwazên wan hatin wergirtin û hemû di destûra Kurdistan de wê bên çespandin.