Mesrûr Barzanî: Rewşa Kurdên Sûriyê yek ji mijarên civînan bû

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê radigihîne, dixwazin hevkarî û piştgîriya navdewletî ya zêdetir ji Herêma Kurdistanê re peyda bikin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê radigihîne, dixwazin hevkarî û piştgîriya navdewletî ya zêdetir ji Herêma Kurdistanê re peyda bikin.

Di konferanseke rojnamevanî de li Munchenê Mesrûr Barzanî ragihand, di civînên bi wezîr û berpirsên pilebilind ên welatan de çendîn pirsên girîng yên navçê hatin guftûgokirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand jî, di civînan de behsa rewşa Kurdên Sûriyê, rewşa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û metirsiyên serîhildana DAIŞê hatin behskirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineke fermî beşdarî Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê bûye, ku roja 15ê Sibatê dest bi karê xwe kir û îro 17ê mehê bidawî dibe.

Di heyma du rojên bûrî de, Mesrûr Barzanî komek hevdîtin û civînên girîng bi berpirsên bilind ên welatên cîhanê kir û tê de rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û gefên DAIŞê hatin guftûgokirin.

 

S. B