Jeremy Corbyn: Newroz cejna neteweyî ya Kurdan e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Karkerên Brîtanya (Labour)Jeremy Corbyn Cejna Newrozê bi cejna netewî ya Kurdî binav kir.
Corbyn li Parlemantoya welatê xwe, bi boneya Cejna Newrozê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û hêviya xweşiyê ji bo Kurdan xwest û bi taybet Kurdên rojavayê Kurdistanê. Amaje bi wê yekê kir ku, Kurdên Sûriyê di çarçoveya gihiştin bi aştî û aramiyê rastî şer û astengiyan bûn e. Daxwaza xwe anî ziman ku, hêvîdar e di salên bê de, ev gel li Sûriyê bi aramî û aştî bijî.
C.B