Partiyên Tirkiye namzetên xwe bo Serokatiya Parleman diyar kirin

Bînalî Yildirim piştî ko bû namzetê Şaredariya Stenbolê dest ji postê xwe yê Serokatiya Parlementoya Tirkiyê berdabû

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Dad û Geşepêdanê AK-Partî namzetê xwe yê ji bo Serokatiya Parlementoyê diyar kir.

Cigîrê Serokê Parlementoya Tirkiyê û Parlementerê AK-Partiyê Mustafa Şentop ji bo Serokatiya Parlementoya Tirkiyê bû namzetê AK-Partiyê. MHP ji bo serokatiya Parlementoyê namzet diyar nake û piştgiriya AK-Partiyê dike. Namzetê CHPyê Engîn Altay e namzeta HDP bo Serokatiya Parlementoyê Parlementera Îzmîrê Serpîl Kemalbay e. Serpîl Kemalbay berî niha Hevseroka HDPyê bû

Bînalî Yildirim piştî ko bû namzetê Şaredariya Stenbolê dest ji postê xwe yê Serokatiya Parlementoya Tirkiyê berdabû.

 

 

 

C.B