PKK: Emê Efrînê bikin goristan

Endamê komîta rêvebir a PKK Murad Qereyilan bersiva gefên serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dide û dibêje: Emê Efrînê ji Tirkiyê re bikin goristan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê komîta rêvebir a PKK Murad Qereyilan bersiva gefên serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dide û dibêje: Emê Efrînê ji Tirkiyê re bikin goristan.

Qereyilan ji televizyoneka nêzîkê PKKê re behsa gefên Tirkiyê li ser Efrînê kir û got: Heger Tirkiyê êrîşî Efrînê bike, wê di navbera Tirkiyê û PKKê de şerekî stiratîjî destpê bike û ew şer wê li derveyî Efrînê jî belav bibe, wê Tirkiyê li Efrînê were şikandin û Efrîn wê ji Tirkiyê re bibe goristan. Qereyilan got jî: Divê Rûsya bi pilanên Tirkiyê neyê xapandin, êrîşa Tirkiyê bi wateya êrîşa Rûsya ye û heger Rûsya dosta Kurdan be, divê rê nede Tirkiyê.