Joe Biden: Hewlêr û Bexda dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin

Piştî civîna di navbera şanda Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê berê yê Amerîka Joe Biden li Munchenê de, Biden got, civîn erênî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civîna di navbera şanda Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê berê yê Amerîka Joe Biden li Munchenê de, Biden got, civîn erênî bû.

Joe Biden ji rojnamevanan re ragihand, civîna wan ligel şanda Herêma Kurdistanê erênî bû û ew gelekî xweşhal bû ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çend pêşniyazên avaker pêşkêşî Bexdayê kirine, ji bo derbaskirina ji vê rewşa niha.

Cîgirê serokê berê yê Amerîka got jî: “Niha bi geşbînî li qonaxeke nû dinêrim, ku Hewlêr û Bexda dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Îro di perawîza Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê Serokwezîr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê serokê berê yê Amerîka Joe Biden civiyan, di civînê de jî her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê amade bûn.

Du roj in şandeke bilind li Munchenê bi armanca beşdariya di 54emîn Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê ye, konferans beşdariya nêzîkî 600 serok, serkirde, siyasetmedar, parlemanter, wezîr û berpirsên cîhanê duh dest bikarê xwe kir û sê rojan berdewam dibe.

Di konferansê de behsa çendîn pirsan tê kirin, ji wan jî şerê li dijî terorê, asayişa navdewletî, pirsgirêkên Rojhilata Navîn û rola Yekîtiya Ewropa di pirsgirêkên Rojhilata Navîn û penaberan.