Salih Mislim: Amerîka ti gerantî derbarê Efrînê nedaye

Mislim: Ti navberiyeke navdewletî tine ye ji bo derketina YPGê ji Efrînê bermaberî nehiştina gefan li ser wî bajarî û em ji Efrînê dernakevin

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê pêwendiyên derve yê TEVDEMê Salih Mislim, di hevpeyvîekê de li gel ajanseke Almanî ragihand: "Amerîka ti nameyên yan soz derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê ne daye me, û nedaye xuyakirin ku ewê me ji êrîşên Tirkiyê biparêze".

Salih Mislim got: "Amerîka li gorî berjewendiyên gefên Tirkiyê li ser Efrînê dinirxîne, ji ber vê yekê jî em li bendî helwesta Amerîka yan ya Rûsya  namînin, û emê pişta xwe bi xwe girêbidin, lê her bizavek ji her aliyekî ji bo nehiştina gefan, wê cihê pêşwaziyê be".

Mislim diyar kir, ku ti navberiyeke navdewletî tine ye ji bo derketina YPGê ji Efrînê bermaberî nehiştina gefan li ser wî bajarî û got: "Em ji bajar dernakevin û emê li ber xwe bidin".

Duh di daxuyanyekê de, PYD ji civaka navdewletî û Encûmena Ewlehiya Navdewletî kiribû, ku navçeyên bakurê Sûrya bikin navçeyeke aram.