Li parêzgeha Idlibê 18 sivîl bûn qurbaniya teqînekê

Di encama teqînekê de li bajarokê Sermede ya ser bi parêzgeha Idlibê ve, herî kêm 18 kesan canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê de li bajarokê Sermede ya ser bi parêzgeha Idlibê ve, herî kêm 18 kesan canê xwe jidest dane.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro komgeheke çekan ya Desteya Tehrîr el-Şamê li bajarokê Sermede ya nêzîkî sînorê Tirkiyê teqiya.

Ew komgeh jî di jêrzemîna avahiyeke sivîlan de bû û hemû hemû avahî bi ser rûniştvanên wê avahiyê de hate xwarê.

Li gor zanyariyan Rewangehê, ta niha herî kêm 18 welatiyên sivîl ku koçberên ji bajarê Humsê ne canê xwe jidest dane û ta niha lêgerîna li qurbaniyan di avahiya rûxandî de berdewam e.

 

S. B