Mogherînî û Hahn tên Enqerê

Îro 2 berpirsên pilebilind ên Yekîtiya Ewropayê serdana Tirkiyê dikin û digel berpirsên hikûmeta Tirkiyê pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê gengeşe bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 2 berpirsên pilebilind ên Yekîtiya Ewropayê serdana Tirkiyê dikin û digel berpirsên hikûmeta Tirkiyê pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê gengeşe bikin.

Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî û Berpirsê Firehkirina Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn dê li Enqerê digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu kom bibin û pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê gengeşe bikin.

Biryara Dadegeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo azadiya Selahatîn Demîrtaşî û rewşa siyasetmedar û rojnamevanên din ên girtî jî dê were gengeşekirin.

Serdana her du berpirsên Yekîtiya Ewropayê di demek wisa de çêdibe ku bangên rawestandina pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê zêdetir dibe.

 

S. B