Rûsya: Piştgiriya Tirkiye ya Operasyonê xelet e!

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantin Kosaçev rexne li helwêsta Tirkiye ya Operasyona hemberî Sûriyê girt

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantin Kosaçev rexne li helwêsta Tirkiye ya Operasyona hemberî Sûriyê girt.

Kosaçev diyarkir ku: “Piştgiriya Tirkiyê ya Operasyonê xelet e. Bêgûman hin dilgiraniyên Tirkiyê beramberî Sûriyê hene, lê ev nayê wateya ku piştgiriya Operasyona hemberî Şamê bê kirin. Rêya rast ji bo Tirkiye bijardeya civînên Astana ye, ku Tirkiye bi xwe yek ji garantorên wê ye. Li Astana piştgiriya pêvajoya aştiyê û çareseriya siyasî hatiye pejirandin. Lê, Operasyona welatên Rojava êrîşek li dijî çareseriya siyasî ye”.

Wezareta derve ya Tirkiye ragihandibû ku, piştgiriya Operasyona Fransa, Brîtanya û Amerika ya lidij Suriye dikin. Rûsya û Îran jî piştgiriya xwe ji bo rêjîma Suriye anîn ziman. Tirkiye ligel Iran û Rûsyayê garantorê Astana ye û Serokên her sê dewletan berî demek nêzîk li Enqere hevdîtin pêkanîbûn û wêneyê hevkariyê ragihandibûn cîhanê...

 

C.B