HSD kêlgeheke gaza sirûştî li Dêrezorê kontrol kir

Serkirdayekî HSDê ragihand, hêzên wan karîne kêlgeheke mezin ya berhemhênana gaza sirûştî li sînorê parêzgeha Dêrezorê kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdayekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên wan karîne kêlgeheke mezin ya berhemhênana gaza sirûştî li sînorê parêzgeha Dêrezorê kontrol kir.

Fermandarê HSDê Ehmed Ebû Xewle ji Rueters re ragihand, HSDê piştî şerê çend rojan li dijî çekdarên DAIŞê, karî dest danî ser kêlgeha Konoko ya gaza Sirûştî li nêzîkî berê rojhilat ê çemê Ferêt.

Her yek ji HSD û rêjîma Sûriyê ji du mehwerên cuda ve êrîşî ser parêzgeha Dêrezorê dikin. Ebû Xewle aşkere kir, ku tenê 4 K.M di navbera hêzên wan û hêzên rêjîma Sûriyê de mane.

Rûsya pêr Amerîka agahdar kir, dê deverên hêzên HSDê lê belav dibin armanc bike û hişyarî da heger HSD teqe li hêzên rêjîmê bike.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dilon ragihandibû, ew bi hêzên Rûsî re ne di pêşbaziyê de ne, ji bo kontrolkirina erdê.

Got jî, niha HSDê nêzîkî çemê Ferêt nabe, berê wê berve aliyê sînorê Iraqê di pêşrewiyê de ye.

Berî niha jî firokeyên Rûsî û yên rêjmê bargehên HSD li Dêrazorê bombebaran kiribûn û di encamê de 6 şervanên HSDê birîndar bûn.