Rûsya: Pêwendiya Kurdan ligel Rejîma Şamê erênî ye

Ligor Peyvdara Wezareta Derve pêngava rast li rojhilatê Firatê radestkirina deverê ji hukimeta Sûriye re ye. Herweha Rûsya Kurdan wekî beşek giring ên gelê Sûriye dinirxîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di Konferansa xwe rojnamevanî ya heftane de ragihand ku, piştî biryara Serokê Amerikayê Donald trump a vekşêna Hêzên Amerika ji Sûriye, pêkanîna diyalogê di navbeyna Kurdan û Şamê de erênî ye.

Zaxarova got ku, Rûsya biryara vekşînê ya Amerikayê rast dibîn e, lê gumanên wan jî liser hene. Rûsya bawer nake, ku Amerika bi tevayî ji Sûriye vekişe.

Ligor Peyvdara Wezareta Derve pêngava rast li rojhilatê Firatê radestkirina deverê ji hukimeta Sûriye re ye. Herweha Rûsya Kurdan wekî beşek giring ên gelê Sûriye dinirxîne.

 

 

C.B