Rûsya liser Operasyona Efrînê “dilgiraniya” xwe anî ziman

Ligor şîrovevanan Rûsya, ya ku serbazên xwe ji Efrînê vekşandin û êrîşên esmanî hemberê Efrînê pejirand, tenê bi zimanê diplomasî dilgiraniya xwe tine ziman.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku, bi dilgiranî Operasyona Efrînê yak u ji alî Tirkiyê ve hatî destpêkirin dişopîn e.

Ligor şîrovevanan Rûsya, ya ku serbazên xwe ji Efrînê vekşandin û êrîşên esmanî hemberê Efrînê pejirand, tenê bi zimanê diplomasî dilgiraniya xwe tine ziman.

Îro Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku, ji ber ewlekariya serbazên xwe, ew ji Efrînê vekşandin e.