Fadil Mîranî: Em amade ne li deriyê aliyên nerazî bidin

Mîranî: Heya niha Bexda ne amade ye, lewra serdana şanda Kurdî ji bo encamdana gotûbêjan li gel aliyên Iraqî diyar nebûye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Sikirtêrê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Fadil Mîranî) ragihand, ku Partiya wan amade ye bi berpirsatiya xwe rabe û li tevahiya deriyan bide, heya ku pirojeyekî hevbeş û giştî ji bo Bexdayê amade bikin.

Derbarê çûna şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê Mîranî got: Heya niha Bexda ne amade ye, lewra serdana şanda Kurdî ji bo encamdana gotûbêjan li gel aliyên Iraqî diyar nebûye.

Li nav Herêma Kurdistanê jî, PDK û YNK mijûlî amadekirina pirojeyekî hevbeş in ji bo li gel Bexdayê gotûbêjan li ser bikin.

Duh jî Serok Mesûd Barzanî, di gotinekê de bi helkefta 72yemîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, ragihand, ku niha dema wê yekê ye, hemû alî li xwe vegerin û rûpeleke nû vekin û got:  Partî destê hevkarî û biratiyê ji hemû aliyan re dirêj dike.

Serok Barzanî tekez kir, ku tevahiya destkeftên pêk hatine, di wê demê de bûne gava Kurdan bihev re kar kirine.

Derbarê rewşa niha û qunaxa piştî hilbijartinên Perlemana Iraqê, Serok Barzanî diyar kir, ku PDK û YNK gihiştine encameke baş, daku bihev re li gel Bexdayê gotûbêjan bikin û got: Ez bi hêvî me aliyên din jî li gel Partî û Yekîtî pêkve bin, ev pirseke netewî û hestyar e.

N.O