Rûsya moleta mehekê dide Tirkiyê

Rûsya: Tirkiya dest bi bihêzkirina sengeran kiriye û milîsan li Idlibê kom dike, daku artêşeke 100 hezar kesî ava bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameyeke Rûsî belav kiriye, ku amadekariyên şerê Idlibê berdewam in û Rûsya moleta mehekê daye Tirkiyê, daku hêzên xwe ji wî bajarî bikişîne, lê Tirkiye mijûlî pêkanîna hêzeke mezin e, daku berevaniyê di ber Idlibê de bike.

Rojnameya Svobodnaya Pirsa ya Rûsî ragihand, ku Tirkiye dest bi bihêzkirina sengeran kiriye û milîsan li Idlibê kom dike, daku artêşeke 100 hezar kesî ava bike.

Li gorî zanyariyên wê rojnameyê, ew bizavên Tirkiyê di demekê de ne, ku Rêjîma Sûrya dixwaze êrîşî Idlibê bike û wê parêzgehê kontrol bike.

Herwiha rojnameyê balkişand ser wê yekê, ku Idlib bûye dawîn penageha çekdarên terorîst, lewra Rûsya moleta mehekê daye Tirkiye, daku helwesta xwe derbarê Idlibê zelal bike.

N.O