Li Brûkselê bê beşdariya Kurd konferanseke taybet bi avakirina Sûriyê bi rê ve diçe

Konferansa taybet bi pêşeroja Sûriyê li Brûkselê paytexta Belçîkyayê bê beşdariya rêxistinek yan aliyekî Kurdî bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konferansa taybet bi pêşeroja Sûriyê li Brûkselê paytexta Belçîkyayê bê beşdariya rêxistinek yan aliyekî Kurdî bi rê ve diçe.

Li Brûkselê taybet bi dubare avakirin û pêşeroja Sûriyê bi serperiştiya Yekîtiya Ewropa û bi beşdariya wezîrên derve yên 80 welatên cîhanê û 200 rêxistinên navdewletî bi rê ve diçe.

Îro konferansa rojnamevanî a Şanderê Taybet yê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan De Mistura û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini hat lidarxistin.

Peyamnêrê K24ê ji De Mistura û  Mogherini pirsî, çima Kurd li konferansê amade nebûne.

Di bersivê de De Mistura got, pêwîst e ew pirs ji berpirsên ku ev konferanse birêk xistine were pirsîn.

Ji aliyê xwe ve Mogherini li ser heman pirsê got, li ser heman binemaya sala bûrî ku yekem konferans li Brûkselê hat encamdan, îsal jî beng li heman nûnerên ku sala bûrî amade bûne hate kirin.

Di pêdaçûna K24ê de, derket ti rêxistineke Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê yan ti siyasetmedarekî Kurd ê Rojava li wê konferansê beşdar nebûye.

 

S. B