Dibe ku sibe encamên hilbijartina herêma Kurdistanê bên ragihandin

Dibe ku şemiyê Komisyon di kongreyek rojnamevanî de encamên dawiyê rabighîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê karên hejmartin û lêkolîn ji skalayan temam kiriye û ragihandina encaman jî nêzîk e.

Çavkaniyek ji Komisyonê ji Kurdistan 24re ragehand, Komisyona hilbijartin û rapirsiya Herêma Kurdistanê karên xwe ji hijmartina dengan û lêkolîn ji sindûqên ku skala liser hatine tomar kirin, temam kiriye. Amajê bi wê yekê jî kir, dibe ku îro şemiyê Komisyon di kongreyek rojnamevanî de encamên dawiyê rabighîne.

Roja 30ê Îlonê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê birêve çûn, Komisyonê encamên destpêkî ragihand, lê jiber lêkolînê ji skalayan û hejmartina hejmareke sindûqên ku skala li ser hatibûn tomar kirin, ragihandina encamên dawiyê dereng ket.

 

 

 

C.B