Ebdilbasit Hemo: PYD xortên Kurd ji ber armancên xeyrî xwe de dane kuştin

Piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyeyê ya li ser derketina YPG ji Minbicê dinav aliyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê rexne li sîyaseta PYDê tê kirin. Cihgirê serokê Opozîsyona Suriyê Ebdilbasit Hemo radgihîne ku Amerîka û Tirkiye dê nêzîktirî hev bibin û li ser PYD jî got wan xortên Kurdan ji bo berjewendiyê xeyrê xwe dane kuştin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol  

Piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyeyê ya li ser derketina YPG ji Minbicê dinav aliyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê rexne li sîyaseta PYDê tê kirin. Cihgirê serokê Opozîsyona Suriyê Ebdilbasit Hemo radgihîne ku Amerîka û Tirkiye dê nêzîktirî hev bibin û li ser PYD jî got wan xortên Kurdan ji bo berjewendiyê xeyrê xwe dane kuştin.

Piştî hevdîtinên wezîrên derve yê Amerîka û Tirkiya biryar hat dayîn ku YPG ji Minbicê derbikeve . Li ser derketina YPGê ji Minbicê Cihgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Ebdilbasit Hemo ragihand Amerîka dixwaze bandora Îranê li Sûriyê kêm bike ji ber wê nêzîkbûna Amerîka û Tirkiyê zêde bûye û dibe ku tifaqa wan berfirehtirtir jî bibe.

Ebdilbasit Hemo got, em herdem piştgirê nêzîkbûna aliyên Kurdan in lê ev 5-6 sal in em dibêjin PYDê werin em bi hevre mafê neteweyê xwe biparêzin lê mixabin PYDê ev daxwaza me qebûl nekiriye. Herwiha li ser derketina YPG ê ji Minbicê jî Ebdilbasit Hemo got, PYD ê xortên Kurdan ji ber armancên xeyrê xwe de dane kuştin û di encama wê de ev bûyer çêbûne.

Cihgirê Serokê Îtîlafê Ebdilbasit Hemo ji K24ê re wiha axivî: ''Xort û ciwanên Kurd xwîna xwe li ber armancên xeyrê xwe de dan ji vê PYD berpirsyar e. Yanî îro ew sîyaseta me beriya 5 salan digot, îro sîyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd ya xwendina xwe ya herêmî û navdewletî û ew nakokiyên herêmî û dewletî me dizanî li ser meydana Sûriyê çi ne û me dixwest em wek Kurd biparêzin ji ber van pêlan û em mafê gelê Kurd û niştimaniya Sûriyê bi hev re şirîk û hevbeş vê armancê pêk bînin. Lê mixabin ev encam ji ber sîyaseta çewt ya YPGê ye.''

Nûnerê ENKS yê Stenbolê Osman Mislîm jî li ser derketina YPGê ji Minbicê got, armanca PYDê ne parastina Rojavayê Kurdistanê ye û ji bo berjewendiyê welatên derve çûye Minbicê û Kurd li wêderê dane kuştin.

Osman Mislim dibêje: “Çi armanca wê ji Minbic hebû ku 1700 xortên Kurdan li ser sûra Minbicê bikin şehîd. heger armancek bîr û baweriyek hebûya çima jê derdikevin. Lê mesela wan xuyaye ne mesela Kurdan e û ne mesela Sûriyê ye jî pişta xwe daye milletê Sûriyeyê jî. Berê wan li kû ye kes nizane.''

Cihgirê Serokê Îtîlafê Ebdilbasit Hemo û nûnerê ENKSê Osman Mislim radigihîn ku divê li gor demê sîyaset û planên nû bên rêvebirin û ew herdem dixwazin aliyên Kurdî û gelên Sûriyê nêzîkî hev bibin, da ku çareseriyek ji mesela hemî alîyan re bê dîtin.