"Wê nêzîk hejmarek ji serkirdeyên rêjîma Be'is bên azadkirin"

Berî ku hêzên Amerîkî di sala 2011an de, ji Iraqê derkeve, 16 berpirsên pile bilind yên rêjîma Seddam Hisên serbest berdan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bedî'i Arif, ku yek ji parêzerên Seddam Hisên û parêzerê serkirdeyên rêjîma wî bû, eşkere kir, ku di demeke nêzîk de, hejmarek ji berpirsên berê yên pile bilind ên rêjîma Seddam Hisên, ku di zindana Nasiriye de ne, wê bên azadkirin.

Wî parêzerî got: "Zanyariyên piştrastkirî hene, ku bi sedema fişarên derveyî bitaybet yên Amerîka, hejmarek ji kesatiyên xuyayî yên rêjîma Be`is ku tawan li ser wan nehatine piştrastkirin, wê bêne azadkirin.

Yek ji wan kesan, wezîrê pêştir yê berevaniya Iraqê Sultan Haşim e, ku sizaya bidarvekirinê lê hatibû birrîn, lê ew siza nehat bicîkirin, ji ber ku serokatiya Iraqê îmze nekir.

Sala 2003yan, dema ku Amerîka rêjîma Be'is herifand, lîstek bi navên 55 berpirs û efserên pile bilind ên rêjîma Seddam belav kir, ku daxwaza girtina wan dikir, paşê 5 kes ji wan hatin bidarvekirin, ku Seddam jî di nav wan de bû. Şeş kesên din jî hatin kuştin ku herdu kurên Seddam Udey û Qusey li Mûsilê hatin kuştin, 8 kesên din jî di zindanê de mirin û berî ku hêzên Amerîkî sala 2011an ji Iraqê derkeve, 16 kes ji wan azad kirin.

N.O