Li Colemêrgê Efserek hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Colemêrgê êriş li karwaneke serbazî ya Artêşa Tirk hat kirin. Efserekî pilebilind hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li Bakurê Kurdistanê, operasyona Artêşa Tirk, li Dêrsim, Serhed, Botan û Diyarbekirê berdewam dike. Şeva bihurî li ser rêya navbera Çelê û Colemêrgê bi çekên giran û roketan êriş li karwaneke serbazî ya Artêşa Tirk hat kirin.
Li gor agahiyên destpêkê di êrişê de efserekî pilebilnd hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.
Serbazên birindar bo nexweşxaneyan hatin rakirin û hat ragihandin, Artêşa Tirk li deverê dest bi operasyonê kiriye.
Duh êvarê jî di operasyona navçeya Licê ya Diyarbekirê de jî leşkerek hatibû kuştin, 2 leşker birîndar bibûn.
Her weha li navçeya Qileban ya Şirnexê jî di pevçûnan de leşkerek û 2 pasewanên gund birîndar bûn.