Dilovan Idrîs Barzanî koça dawî kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro Duşemê 2/4/2018an, Dilovan Idrîs Barzanî, birayê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 52 saliya xwe de, bi sedema celteya dil, li bajarê Hewlêrê, koça dawî kir.
Dilovan Idrîs Barzanî di sala 1966an de, li navçeya Barzan jidayik bû. Ti post û berpirsatiyeke wî ya fermî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nebû, tenê di helkeftên civakî de nûneratiya Nêçîrvan Barzanî dikir.
Serok Mesûd Barzanî derbarê koça dawî ya Dilovan Idrîs Barzanî, peyamek belav kiriye û têde dibêje: "Bi xemgîniyeke mezin, sibeha roja Duşemê 2ê Nîsana 2018an, Dilovan Idrîs Barzanî kurê rehmetî Idrîs Barzanî, bi sedema celteya dil, koça dawî kir û çû ber dilovaniya Xwedayê Mihreban. Di dema ku em vê nûçeya xemgîn radigehînin, em ji Xwedayê Mezin dixwazin ku xudajêxweş bi dilovanî û mihrebaniya xwe şa bike û sebir û aramiyê têxe dilê me hemiyan.
Mesûd Barzanî 2ê Nîsana 2018an.
N.O