Helîkoptereke serbazî Iraqî ket xwarê
K24 - Navenda Nûçeyan
Şaneya ragihandina cengî di daxuyaniyekê de eşkere kir, ew helîkoptera serbazî, di dema rahênanê de ket xwarê û her 7 kes ji tîma wê canê xwe jidest dan.
Li gorî wê daxuyaniyê, ew helicopter ji corê M17 ye û ew li parêzgeha Wasit ya başûrê rojhilatê Bexdayê ketiye xwarê.
Li gorî zanyariyan jî, ew helîkopter taybet bi rahênana serbazî bû û li bingeha serbazî ya Kut li parêzgeha Wasit, bi sedema kêşeyeke teknîkî ket xwarê.