PDK-S: PYD sedema ne yekrêziya Kurd e

Derbarê gefên Tirkiyê li ser herêmên rojhilatê çemê Feratê de, tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ta niha ti amadekarî jê re nekirine.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Derbarê gefên Tirkiyê li ser herêmên rojhilatê çemê Feratê de, tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ta niha ti amadekarî jê re nekirine. Tevlî ku partî û çarçoveyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê di wê derbarê de hevnerîn in, lê ti hewildanên civatên hevbeş yan jî ti daxuyaniyên hevbeş nehatine dan, li beramberî wê jî hemû alî hevdu tawanbar dikin.

Roj bi roj gefên Tirkiyê li ser rojhilatê çemê Feratê zêde dibin, tevlî ku gerên hevbeş yên Hevpeymaniya Navdewletî û HSD pêk tên û çavdêriya sînorê Tirkiyê dikin, lê artêşa Turkiyê deverên herêmê topbaran dike. Tevgera siyasî ya Kurdî bi tevayî hevnerîn in ku eger e Tirkiyê gefên xwe cîbicî bike û tevî wiha jî ti deng ji tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nayê.

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) dibîne. tevgera siyasî ya Kurdî bi erkê xwe ranabe û tekez dike ku sedemên neyekrêziya Kurdî jî ENKS û PYD ne.

Endamê Polîtburoya Pêşverû Ehmed Berkat ji K24ê re got: “Tevgera siyasî ya Kurdî her yek dibêje ez serkêşiya Kurdan bikim, li ser erdê ti kes nikare bi tenê serkêşiya Kurdan bike, tenê em bi hev re belî karibin tiştekî ji Kurd re bikin, bi hev re dikarin bar li ser Kurd sivik bikin. ENKS û PYD her du jî sebebên rewşa ku Kurd îro tê de ne, nakokiyên di navbera wan de û dema bi hev re rûnanin sedemeke mezin e ku tevgera me di vê rewşê û qonaxa xirab de ye.”  

Ji aliyê xwe ve, berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê gefên Tirkiyê bi cidî berçav digirin û tekez dikin ku pêwist e bilez tevgera siyasî ya Kurdî li hev bicive û amadekariyên xwe bike,l ê di heman demê de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tawanbar dikin ku rê li pêş yekrêziya Kurdî digre.

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ji K24ê re wiha axivî: “Sedema ne yekrêziya Kurdan PYDê ye, berpirsatî hemû di stûyê wê de ye, ji ber ku ne rêkeftinên bi ENKSê cibicî kirin û ne jî guh da bangewaziyên yekrêziya gelê Kurd. Tim dest û dilê me vekirî bû, lê wê tenê ecindeyên partîtî xwe cibicî kirin û ecindeyên partîtî bûn pirsgirêk. Gefa Tirkan, gefeke metirsîdar e û gerek e tevgera siyasî ya Kurdî berî niha rêkeftî ba.”

Li gorî helwesta hin aliyên siyasî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) berpirsyar e di ber rewşa xerab a niha tevgera siyasî ya Kurdî tê re derbas dibe.

Ji alî xwe ve, Rêveberiya Xweser ku Partiya PYDê di nav de ye tekez dike, ENKSê û hin partiyên ji derveyî wan tI danpêdanê bi wan nakin û biryar û yasayên wan jî qebûl nakin, loma ew jî wan sûcdar dibînin.