Ozçelîk: Kîjan partî mafên Kurdan qebûl bike, dikarin ligel wan tifaqê bikin

Li Bakurê Kurdistanê, 5 partî û rêxistinên Kurd, ji bo ku di hilbijartinan de wekî bereya Kurd bibin hêz, li hev kiribûn û Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan ragihandibûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, 5 partî û rêxistinên Kurd, ji bo ku di hilbijartinan de wekî bereya Kurd bibin hêz, li hev kiribûn û Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan ragihandibûn. Van partiyan xwest ku bi Partiya Demokratîk a Gelan HDP, Partiya Doza Azad Huda-Par û Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par'ê re li ser esasên siyasî di nav tifaqekê de beşdarî hilbijartinên 24'ê Hezîranê bibin. Lê daxwaza vê tifaqa berfireh pêk nehat. Serokên Partiyên Kurdistanî li ser lihevnekirina bi HDP'ê re dibêjin; me û HDP'ê li hev kiribû lê kesên ku nexwestin Kurd bibin yek, pêşî li tifaqê jî girtin.

Partiyên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê tifaqên xwe ragihandin. Partiyên Kurdistanî jî ji bo yekrêzî û yekdengiya Kurdan; bi HDP, Huda-Par û Hak-Par'ê re xwest tifaqeke berfireh çêbikin û bibin alternatîf. Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak got; me û HDP'ê li ser esasên siyasî li hev kiribû û navê tifaqa me ya nû jî bûbû ' Tifaqa Kurdistanî ya Demokratîk a Hilbijartinan' lê me dît ku ew esasên siyasî yên me û HDP'ê li ser li hev kiribûn, di beyannameya HDP'ê ya hilbijartinan de cih negirt, em nizanin ji ber çi wisa kirin, divê HDP bersiva vê yekê bide.

Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak ji K24ê re wiha axivî: "HDP bixwe dibêje; em partiyeke Tirkiyeyî ne lê Kurd jî dengên xwe didin me. Lê li gorî dîtina me, bingeha HDP'ê ji Kurdan pêk tê û ew kesên ku barê siyaseta HDP'ê jî hildigirin Kurd in. Lê kesên ku ji vê siyasetê sûd werdigirin, komên marjînal ên di nav HDP'ê de ne."

Ragihandina Tifaqa Kurdistanî ya hilbijartinan û hevdîtinên bi HDP'ê re di nav civaka Kurdan de kelecanek jî peyda kiribû. Li gorî gotinên rêveberên Partiyên Kurdistanî, heger tifaqeke berfireh çêbibûya, dê îro nîqaşên egera binketina HDP'ê ya benda hilbjartinê jî nehata kirin. Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustefa Ozçelîk jî got; me got ku ev 95 sal in di tu hilbajartinan de Kurdan tu mafeke xwe bi dest nexistine û ev tifaq fersendek e. Ozçelîk bersiva rexneyên ku çima Partiyên Kurdistanî xwestin ku bi HDP'ê ango partiyeke Tirkiyeyî re hivdîtinê bikin jî wiha dide:

Serokê Giştî yê PAK'ê Mustafa Ozçelîk got: "Gava ku me li gel HDP'ê û Huda-Par'ê peywendî danîn, me got; kîjan partî daxwaz û mafên Kurdan ên esasî qebûl bike, em dikarin ligel wan tifaqê bikin. Ji bo me ferq nake ku ew partî xwe wekî partiyeke Tirkiyeyê yan jî partiyeke Îslamî qebûl bike. Ev ne astengî ye. Tenê şertê me ew e ku daxwazên miletê me qebûl bike. Partiyeke Tirkiyeyî-demokrat jî dikare van dazwazan qebûl bike. Em di vê hişmendiyê de ne. Ne ku em çûn HDP'ê bikin partiyeke Kurd û Kurdistanî."

Partiyên Kurdistanî, helwesta xwe ya yekîtî û tifaqa Kurdan diparêzin û li gorî aşkerekirina namzedên HDP'ê dê biryara xwe ya di hilbijartinên parlementeriyê de jî bidin. Ji aliyê din ve li gorî hin çavkaniyên nêzî Partiyên Kurdistanî; di hilbijartinên serokomariyê de piraniya partiyên Kurdistanî dê piştgiriya namzedê Serokkomariyê yê HDP'ê Selehedîn Demîrtaş bikin.