HSD û ENKS qonaxa piştî DAIŞê çawa dibînin?

Li gorî Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eger e di nêzîktirîn dem de şerê li dijî DAIŞê li ser xakê bi dawî bibe. Fermandariya HSD dibêje, di warê leşkerî de ewê şerê şanên razayî û rêbazên grûpên radîkal bikin. Di warê siyasî de jî hin aliyên siyasî dibînin ku pêwist e rêveberiyeke hevbeş li rojhilatî çemê Feratê ava bibe ku tevaya pêkhateyên deverê tê de beşdar bin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gorî Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eger e di nêzîktirîn dem de şerê li dijî DAIŞê li ser xakê bi dawî bibe. Fermandariya HSD dibêje, di warê leşkerî de ewê şerê şanên razayî û rêbazên grûpên radîkal bikin. Di warê siyasî de jî hin aliyên siyasî dibînin ku pêwist e rêveberiyeke hevbeş li rojhilatî çemê Feratê ava bibe ku tevaya pêkhateyên deverê tê de beşdar bin.

HSD bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞêê di rojên xwe yên dawî deye. Fermandariya HSDê diyar dike ku li ser xakê dibe ku şer bi dawî bibe, lê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ bi dawî dibe û jiber wê jî HSD li gel hêzên ewlehî yên hundirîn dê lêkolînan bikin û hewldanên têkbirina şanên nivistî yê DAIŞê yên razayî û tevaya rêbazên grûpên radîkal bikin.

Berdevkê HSDê Kîno Gebriyîl ji K24ê re got: “Bi bidawîkirina şerê li dijî DAIŞê, HSD dikeve qonaxeke nû de û dê şerê li dijî gefên ku DAIŞê li ser deverê sepandiye bike. Nemaze ku bi hezaran kes hene li ser rêbazên DAIŞê xwedî bûne û mîna şanên razayî belav bûne. Ew şanên razayî li deverên cuda cuda belav bûne û metirsî heye operasyonên terorî li herêmê pêk bînin.”

Piştî jinavbirina DAIŞê û ji milê siyasî ve jî dibe ku krîza Sûriyê bi giştî û rewşa rojhilatê çemê Feratê bi taybetî têkeve qonaxeke nû de. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ku beşeke ji Itîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye dibêje, projeyên wan berî DAIŞ û piştî DAIŞê hene, lê bi behaneya gefên DAIŞê li ser herêmê ew piroje cîbicî nedibûn, lê di qonaxa piştî DAIŞê de nerîna wan ew e ku rêveberiyeke hevbeş ava bibe û tevaya pêkhateyên deverê û aliyên siyasî tê de beşdar bin.

Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Silman Oso ji K24ê re got: “Ji aliyê rêveberî ve pêwist e rêveberiyeke hevbeş ava bibe û tevaya pêkhateyên deverê tê de beşdar bin. Ji alî leşkerî ve jî divê artêşeke hevbeş ji hemû pêkhatan bête damezrandin û em jî wek ENKSê Pêşmergeyên Roj hene û pêwist e cihê xwe di nav wê artêşê de bigire. Herweha ji bo devera aram jî em dibînin ku pêwist e di bin serpereştiyeke navdewletî de bê avakirin.”

Hin çavdêrên siyasî dibînin ku piştî têkçûna DAIŞê, heger Amerîka tevaya hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, egereke mezin heye ku rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Îran û Rûsiyê hewldanan bike ku herêmên rojhilatî çemê Feratê kontrol bike. Li aliyê din jî Tirkiye dê hewl bide û di bin behaneya avakirina herêmeke aram derbasî deverê bibe û her du sênaryo jî ji Kurdan re xerab in.