Tirkiye êrîşeke berfireh li dijî PKK destpê kir

Operasyona artêşa Tirkiyê bi piştevaniya tank, zirîpoş û hêlîkopterên serbazî, ji duh êvarî ve destpê kiriye

K24 - Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Bakurê Kurdistan, operasyoneke berfireh li dijî gerîlayên PKKê despê kiriye.

Ajansa Furat ya nêzîkî PKK ragihandiye, ku "Artêşa Tirkiyê li gel Hêzên Parastina Gundan, li navçeyên sînorî yên Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, dest bi operasyoneke mezin li dijî gerîlayên PKKê kiriye".

Li gorî wê ajansê: "Operasyona artêşa Tirkiyê bi piştevaniya tank, zirîpoş û hêlîkopterên serbazî, ji duh êvarî ve destpê kiriye û li navçeya Besta ya ser bi Şirnexê ve, êrîşî gerîlayên PKKê kiriye.

Berî niha medya ya PKKê belav kiribû, ku gerîlayên PKKê li wan navçeyan êrîşî bingehên artêşa Tirkiyê kirine û hejmarek ji serbazên kuştine.

N.O