Li Şirnexê di encama teqîne de leşkerek mir, çar brîndar in

Li Bakurê Kurdistan Bajarê Şirnexê, di encama teqîna topek hewanê de, leşkerek Tirkiyê mir û 4 leşker jî birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistan Bajarê Şirnexê, di encama teqîna topek hewanê de, leşkerek Tirkiyê mir û 4 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî daxûyaniya Fermandariya Leşkerî ya Bajarê Şirnexê, ev bûyer di dema perwerdiya leşkeri de, rû daye.

Bûyer li devera Sêgirka ya Baregeha Leşkerî ya Şirnexê pêk hat û di encamê de, leşkerek mir 4 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar, ku rewşa yêk ji wan giran e, bi helikopteran rakirin nexweşxaneya Şirnex a dewletê.

Beriya çend rojan jî, li Şemizînan cebilxaneyek leşkeri teqiya bû û di encamê de, 7 leşker miribûn û 24 leşker jî, birîndar bû bûn.

 

 

C.B