Li navçeya Şera ya Efrînê Navenda Polîsa Medenî hat vekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Şera ya Efrînê îro bi amadebûna Nûnerê Waliyê Hatayê li navçeyên Şera û Bilbilê navenda Polîsa Medenî hat vekirin.
Serokê Encûmena Sivîl a Şera Zekeriya Elî ji K24ê re ragihand, îro bi amadebûna Nûnerê Waliyê Hatayê li navçeyên Şera û Bilbilê navenda Polîsa Medenî li navçeya Şera hate vekirin.
Zekeriya Elî da zanîn jî, îro nêzîkî 100 endamên polîsa medenî gihîştin navçeya Şera û ta demekê dê ev polîs û bi hevkariya ligel grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bi erkê parastina ewlehiyê rabin.
Ji aliyekî din ve, îro li navçeya Mabeta jî bi amade bûna Nûnerê Waliyê Hatayê û Fermandarê Giştî ê Polîsa Medenî navenda Polîsa Medenî hate vekirin.
Ji destpêka vê mehê ve nêzîkî 1500 endamên polîsa medenî ku li Tirkiyê hatibûn perwerde û rahênankirin gihîştin Efrînê û hatibû ragihandin ku bi armanca zeftkirina ewlehî û aramiyê dê ji piştî cejna Remezanê dest bi erkê xwe bikin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike di roja 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ji wê demê ve girtin, dizî, talan û wêrankirina mal û samanên xelkê Efrînê ji aliyê wan grûpên çekdar ve tên kirin.
S. B