Pizişkê taybet: Tendirustiya Kosret Resûl ber bi başbûnê ve diçe
K24 - Navenda Nûçeyan
Dara Reşîd, serperiştyarê tîma pizîşkî ya cîgirê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl, di kongirekî rojnamevanî de ragihand, rewşa tendirustî ya Kosret Resûl cîgir bûye û ber bi başbûnê ve diçe.
Derbarê mana wî di bin 72 demjimêrên çavdêriya hûr de, Dara Reşîd got: Neştergeriyeke mezin jê re hatiye kirin û ji ber wê yekê jî ew xistine bin çavdêriya hûr de, lê bi awayekê giştî tendrustiya wî cigar bûye.