Edhem Barzanî: Kernevala Silêmaniyê nameyek bû ji neyaran re

Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Silêmaniyê – Helebçe Edhem Barzanî ragihand, kombûna xelkê Silêmanî bersiv da neyarên referandûmê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Silêmaniyê – Helebçe Edhem Barzanî ragihand, kombûna xelkê Silêmanî bersiv da neyarên referandûmê.

Edhem Barzanî got jî; Spasiya Serok Barzanî digihînim xelkê sînorê Silêmaniyê, ku di dema vegera xwe ji kernavala Silêmaniyê de du caran pêwendî kir û tekezî li ser spasiya xelkê Silêmaniyê kir.

Edhem Barzanî îro di konferaseke rojnamevanî de ragihand, Kombûna xelkê Silêmaniyê ya ji bo piştevanîkirina li referandûma serxwebûna Kurdistanê, ne kombûneke asayî bû, peyameke girîng ji bo neyarên milê Kurd bû. Peyamek bû ji wan kesên gûman li ser dengê belê yê vê parêzgehê dikir.

Herwiha Edhem Barzanî got, ev kombûnê û karnevalên dibin, name ne û nîşana wê yekê didin ku yekbûne neteweyî li kurdistanê dirust bûye.

Edhem Barzanî amaje bi wê jî kir, berî ku xelk biçe ser sindoqên dengdanê, bi van kombûnan Kurdistanê bi yek perçeyî deng belê xiste sindoqê dengdanê.