Li nêzîkî Şamê 28 leşkerên rêjîmê hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, li rojhilatê Şamê 28 leşkerên rêjîma Sûriyê di kemîneke çekdarên opozîsyonê de hatin kuştin.

Rewangehê îro ragihand, hêzên rêjîma Sûriyê û mîlîşyatên ser bi wê ve hewl dan berve navçeya Xota Rijhilat bi pêş ve biçin, lê ketin komîneke grûpa çekdarên opozîsyonê yê bi navê Ceyş Îsalm.

Da zanîn jî, di encama wê kemînê de 28 leşker hatin kuştin, di nava wan de efser jî hebûn.

Tê zanîn di Sibata 2016an de jî hêzên ser bi rêjîma Sûriyê li gundê Til Siwanê jî ketibûn kemîneke çekdarên opozîsyonê, ku tê de 76 leşker û çekdar haibûn kuştin.

Devera Xota Rojhilat di plana “Herêmên kêmkirina şer” a ku di navbera Rûsya, Îran û Tirkiye hatiye îmzekirin de bû, lê ji ber nakokiyên li ser çavdêrîkirina wê deverê, cibicîkirina wê planê hate bipaş xistin.