Mosko red dike pêşniyazek bo vekişîna Îranê ji Sûriyê kiribe

Wezareta Derve yê Rûsyayê red dike, Rûsya pêşniyaz kiribe, li hember vekişîna Îranê ji Sûriyê, Amerîka beşekê ji sizayên Amerîka li ser Îranê rake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve yê Rûsyayê red dike, Rûsya pêşniyaz kiribe, li hember vekişîna Îranê ji Sûriyê, Amerîka beşekê ji sizayên Amerîka li ser Îranê rake.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Ryabkov ji rojnamevanan re ragihand, Mosko ti pêşniyar pêkêşî Amerîka û Îsraîlê nekirine, li hember vekişîna hêzên Îranê ji Sûriyê, Amerîka beşekê ji sizayên xwe ji ser Îranê rake.

Ev daxuyaniya Ryabkov piştî wê yekê tê, malpera “Akseious” a Amerîkî belav kiribû, Mosko pêşniyazek ji vê cureyê pêşkêşî Îsraîl û Amerîkayê kiribû.

Lê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya got: “Hin bîroke nêzîkî vê pêşniyazê hebûn, lê nehatin şopandin.”

Tekez kir jî, Rûsya bi bilindtirîn pileyên berpirsatiyê nêzîkî pirsa gerentiya ewlehiya Îsraîlê dibe û got: “Pirsên girêdayî ewlehiya Îsraîlê bi daxuyaniyan nagirin ber, belkû bi bilindtirîn pileyên berpirsatiyê û li ser hemû astan di guftûgoyan de ne.”   

 

S. B