HSD mizgefta El-Mistefa li Reqayê kontrol kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, hêzên wan derdora mizgefta El-Mistefa ya li taxa Nezlit Şihade bi tavahî kontrol kirin.

HSDê ragihand, hêza wan bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî derdora mizgefta El-Mistefa li navenda taxa Nezlit Şihade li başûrê Reqayê bi tevahî kontrol kiriye. Herwiha çend otombîlên DAIŞê jî jinav birine û şer niha di navbera wan û çekdarên DAIŞê li heman taxê de berdewam e.

Berî çend rojan jî HSDê di daxuyanyekê de ragihandibû, hêzên wan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji destpêka operasyona kontrolkirina navenda Reqayê ve, nîvê wî bajarî kontrol kirine.