Qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştine

Rayedarên HDP'ê amaje dikin ku qeyûman ji budçeya şaredariyan gelek lêçûnên bê ser û ber kirine û şaredarî di bin deynên giran de hiştine.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di Hilbijartinên 31'ê Adarê de nîvê şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve dihatin rêvebirin, bi dest xistibûn. Rayedarên HDP'ê amaje dikin ku qeyûman ji budçeya şaredariyan gelek lêçûnên bê ser û ber kirine û şaredarî di bin deynên giran de hiştine.  Lê belê qeyûm îdîayên HDP'ê red dikin û dibêjin; hemû lêçûn li gorî yasayan û di berjewendiyên gel de hatine kirin.

Di Hilbijartinên 31'ê Adarê de HDP'ê piraniya şaredariyên ku 2 sal û nîv ji aliyê qeyûman ve dihatin rêvebirin, dewir girtin. Li gorî gotinên hevserokên şaredariyan, qeyûman ji budçeya şaredariyan gelek lêçûnên bê ser û ber kirine.  Yek ji van şaredariyan jî ya Yenîşehîrê ye. Li gorî ragihandina Hevserokên Şaredariya Yenîşehîrê, qeyûmî 810 parsel milkê aîdê şaredariya wan, daye weqifeke nêzîkî AK Partiyê û ji bo serdana Serokomar û Wezîrê Karê Navxweyî 841 hezar lîre xerç kiriye. HDP'ê bi dewirgirtina şaredariyan hemû lêçûn rawestandin. Li gorî ragihandina Hevseroka Şaredariya Yenîşehîrê Belgîn Dîken; qeyûmî avahiyên aîdê şaredariyê ji bo 25 salan dewrî Miftîtî, Qeymeqamî û Rêveberiya Perwerdehiyê kiriye û li pey xwe bi milyonan deyn hiştiye.

Hevseroka Şaredariya Yenîşehîrê ya Diyarbekirê Belgîn Dîken ji K24ê re wiha axivî: "Me şaredarî bi 178 milyon Lîre deyn dewir girt. Em rapora hûrgiliyên van lêçûnan amade dikin. Em ê van lêçûnan binivîsin û bi avahiya şaredariyê ve daliqînin. Me roja ku şaredarî dewir girt, ji bilî lêçûn û xizmetên zarûrî, me hemû lêçûn û xizmet rawestandin. Piraniya xizmetên ku ji aliyê qeyûman ve hatine kirin, ne ji bo berjewendiyên gel in."

Li gorî ragihandina Hevserokên HDP'ê yên Şaredariya Yenîşehîrê, qeyûmî ji bo Kolorduya 7'emîn  buhayê 44 hezar 500 lîreyî mobîlya kirîne.  Qeymekamê Yenîşehîrê Serdar Kartal ku qeyûmê Yenîşehîrê bû, piraniya îdîayên Hevserokên Şaredariya Yenîşehîrê bi daxuyaniyeke nivîskî red dike û dibêje; hemû lêçûn li gorî yasayan di berjewendiyên gel de hatine kirin.  Rêveberên Şaredariya Sûra Diyabekirê jî amaje dikin ku qeyûman budçeya şaredariyê ji bo berjewendiyên gel bi kar nehanîne û piştî Hilbijartinên 31'ê Adarê bi awayeke derhiqûqî jî 145 xebatkar girtine kar. Hevseroka Şaredariya Surê  ya Diyarbekirê Feyme Fîlîz Buluttekîn amaje dike ku qeyûman gelek lêçûn kirine lê bedêla wan lêçûnan xizmetguzarî nekirine. Buluttekîn jî dibêje, me ji qeyûmî 85 mîlyon lîre deyn dewir girt.

Hevseroka Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê Feyme Fîlîz Buluttekîn got: "Gelek deyn hene lê bi bedelê van deynan kar nekirine. Ev deyn hemû bi faîzên wan li erdê hiştine, nedane. Ji ber ku dema em şaredariyê dewir bigirin lê nekarin xizmetguzariyan bikin ev deyn li pey xwe hiştine."

Hevserokên şaredariyên HDP'ê raporên heyama rêveberiya qeyûman amade dikin û lêçûn û deynên ji qeyûman wergirtine, bi avahiyên şaredariyan ve dadileqînin. Hîn encamên Hilbijartinên 31'ê Adarê bi fermî nehatine aşkerakirin.  Rayedarên HDP'ê amaje dikin ku piştî aşkerekirina encamên fermî dê hemû hurgiliyên kirinên qeyûman bi raya giştî re parve bikin.  Hevserokên şaredariyên HDP'ê niha hewil didin ku tevî deynên giran, xizmetguzariyan jî bikin.