Nermîn Osman sedemên nebeşdariya Ebadî di behiya Mam Celal de eşkere dike

Nermîn Osman: “Pêwîst e Ebadî daxuyaniyekê derxîne û nebeşdariya xwe bide zelal kirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endama serkirdatiya Yekîtî ya Niştimanî Kurdistan Nermîn Osman ragihand: “Dibe ku nebeşdariya serokwezîrê Iraqê di behiya Mam Celal de pêwendiya wê bi pirsa referandumê hebe.”

Nermîn Osman got: “Pêwîst e Ebadî daxuyaniyekê derxîne û sedema nebeşdariya xwe bide zelal kirin.”

Osman diyar kir, ku Ebadî bi xwe şîn ji bo Mam Celal ragihandibû û pêwîst bû amadeyî behya Mam Celal bûba, ji ber ku wî rêzeke taybet ji Mam Celal re digirt, lê dibe ku neamadebûna Ebadî girêdayî pirsa referandumê yan jî nebirina termê Mam Celal ji bo Bexdayê be.