Ji sala 2011an ve yeke serok serdana Beşar Esed dike

Serokê Sudanê Omer El-Beşîr serdana Sûriyê kir û ligel serokê wî welatî Beşar Esed civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sudanê Omer El-Beşîr serdana Sûriyê kir û ligel serokê wî welatî Beşar Esed civiya.

Li gor ajansa “SANA” ya Sûrî ya fermî, Serokê Sudanê Omer El-Beşîr serdana Şamê kir û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiya. Da zanîn jî, armanca serdanê ew e, ji bo bihêzkirina pêwendiyên dualî bû û wê serdanê tenê rojekê dirêj kir.

Medyaya Sudanê li ser zimanê Omer El-Beşîr ragihandiye, Sûriye wek welatekî Erebî li hember êrîşên derveyî li ber xwe dide û divê mîkanîzmeke nû ji bo pêwendiyên di navbera welatên Erebî de bê danîn.

Ji bo cara yekem ji destpêka krîza Sûriyê di sala 2011an de serokê welatekî serdana Sûriyê dike û ligel Beşar Esed dicive.

Di dema dawî de hejmarek welatên Erebî careke din vedigerin pêwendiyên xwe bi Sûriyê re ava bikin, ji wan welatan jî Îmarata Erebî ye.

 

S. B