YNK roja aktîvkirina parlemento diyar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro bi serperiştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl Elî, civîna Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê bi rê ve çû. YNKê jî roja aktîvkirina parlementoya Kurdistanê diyar kir.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî bidawîbûna civîna wê ya îro, daxuyaniyek belav kir û tê de hat, “Civînê tekezî li wê yekê kir, ku YNKê pê pesend e ku bi hewla hemû aliyan parlementoya Kurdistanê ta roja 18 Tebaxê were asayîkirin.”

Di beşkeke din de hatiye, “Biryar hat dayîn ku şandek bi serokatiya Berpirsê Desteya Karîger Mela Bextiyar û endametiya Imad Ehmed, Rifat Ebdulah, Şêx Cafer Şêx Mistefa, Ednan Heme Mîna, Ferîd Eseserd û Xalid Şiwan pêk bê, bo ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser bersiva PDK bo nexşeriya YNKê, bicive.”

YNKê daxwaz ji hemû hemû partiyên Kurdistanî yên pêkve biryara birêvebirina referandûmê dane bicivin, bo hewlên referandûm, karvedana li cîhanê, navçê û li nava Kurdistanê, li hember referandûm guftûgo bikin.