Ebadî: Emê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişînin

Ebadî: Rast e kêşe di hejmara fermanberên Herêma Kurdistanê de heye, lê çênabe ew kêşe rê li ber dayina mûçê fermanberan bigire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand: "Rast e kêşe di hejmara fermanberên Herêma Kurdistanê de heye, lê çênabe ew kêşe rê li ber dayina mûçê fermanberan bigire".

Hefteya derbasbûyî, Bexdayê daxwaz ji wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistanê kir, ku lîsta fermanberên xwe bişînin Bexdayê, daku mûçeyên wan bên şandin.

Îro jî peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku "Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li wan amaje û pêngavan dike yên ku heftiya derbasbûyî li Bexdayê hatine avêtin û ew yek weke coreke niyetpakiyê tê hejmartin, weke serdana şanda hikûmeta Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê û daxwaza pêkanîna komîteyeke hevbeş ji bo destpêkirina gotûbêjan derbarê deryên sînorî, firîngeh, bendavên Herêma Kurdistanê û daxwaza lîsta mûçexurên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bi mebesta şandina mûçeyên wan".